Çekdarên Ceyş El-Şerqiye li Cindirêsê êrîşî ciwanekî ji malbata qurbaniyên Newrozê kirin

24-07-2023
Hisên Omer
Çekdarên Ceyş El-Şerqiye li Cindirêsê êrîşî ciwanekî ji malbata qurbaniyên Newrozê kirin
Çekdarên Ceyş El-Şerqiye li Cindirêsê êrîşî ciwanekî ji malbata qurbaniyên Newrozê kirin
Nîşan Efrîn Cindirês Komkujiya Cindirêsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpeke çekdarên Ceyş el-Şerqiye li ciwanekî Kurd ku ji malbata qurbaniyên Newrozê ye dan û bi giranî ew birîndar kirin.

Duh grûpek ji çekdarên Ceyş el-Şerqiye çûne cihê karê ciwanê Kurd ê  bi navê Nezmî Osman ê 19 saî ku berber e, û bi qermîdekê li pişta wî xistine û hewl dane bi otomobîla leşkerî pê li wî bikin û çengê wî birîndar kirine.

Nezmî ji malbata Pêşmerg e ku şeva Newrozê, çekdarên grûpa Ceyş el-Şerqiye 4 kes ji heman malbatê li pêş malan wan kuştibûn.

Ciwanê birîndar Nezmî Osman dibêje "Du kes hatin ez birim paş avahiyê û 3 kesan li wir li min dan, piştre yê 4emîn jî hat bi kêrê li destê min da û ez birîn kirim, xwest min bikuje, hevalekî wê got nekuje emê bêtir li wî bidin, bi qundaxa sîlehê li ser min da û avêtim erdê û bi kevirekî mezin li pişta min dan û piştre bi çoyan bi ser min ketin û ez bi dijwarî îşkence kirim. Piştre şofêrê otomobîlê hat ji wan pirsî we çima nekuştiye, wan jî got bila wiha be û ji wan re got kaşî nava kolanê bikin û piştî ez kaş kirim ji wan re got werin siwarî otomobîlê bibin û piştî siwar bûn di ser destên min re çûn û destên min têk birin."

Berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Leman Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hûrgiliyên bûyerê vegotin.

Berdevka Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Leman Xelîl got "Çekdarên Ceyş el-Şerqiyeyê duh êrîşî ser Nezmî yê 19 lawê Eşref Osman kirin. Dema ji karê xwe yê dikana porqutkirinê vedigeriya bi rê de parçeyên bilûkê (kerpîç) li pişta wî xistin û xwestin bi wesateyên eskerî bi ser wî re herin û wesayît di ser destê wî re çûn. Wî rakirin nexweşxaneya bajarokê Atmê li wê derê rapora xwe derxist ku ev êrîş ji bo kuştina ciwanî ye. Zirareke mezin gihîştiye laş û derûna wî ciwanî."

Roja 20ê Adarê, çekdarên Ceyş el-Şerqiye êrîşî mala malbata Pêşmerg kiribûn û bi bihaneya pêxistina agirê Newrozê 4 kes ji malbatê kuştibûn.

Tevî karvedanên berfireh li hemberî vê tawanê, û tevî sozên Îtîlafa Opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê û hikûmeta wê ya demkî, heta niha kujerên her çar welatiyên Kurd nehatine hikumkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst