EFRÎN - Nexweşên penceşêrê ji ber bêdermaniyê canê xwe ji dest didin

24-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
EFRÎN - Nexweşên penceşêrê ji ber bêdermaniyê canê xwe ji dest didin
EFRÎN - Nexweşên penceşêrê ji ber bêdermaniyê canê xwe ji dest didin
Nîşan Efrîn Nexweşên Penceşêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dagirkerî, hejarî, rewşa zehmet ya jiyanê, bi ser de jî, nexweşiya penceşêrê, rewşa gelek malbatên Efrînê dijwartir kiriye û nikarin nexweşên xwe derman bikin. Malbatên nexweşên penceşêrê daxwaza alîkariyê dikin.

Silêman Neşiet Îsa yê 11 salî yê ji gundê Hec Skender ê Efrînê ku bi penceşêrê ketibû ji ber nebûna çareseriya tendirustî canê xwe ji dest da.

Neşiet Silêman Îsa bavê Silêmanê 11 salî dibêje “Li cem me niha 3300 nexweşên penceşêrê hene, ji wan 608 li benda çareseriyê ne da herin Tirkiyê yan li Sûriyê bêne çareserkirin. Em ji her mirovekî dixwazin ku alîkariyê bike, li vê derê yan li Tirkiyê be, alîkariyê bi wan nexweşan re bikin, da çareseriyê bibînin.”

Beşdarbûyên wê şîniyê banga xwe digihînin rêxistinên navdewletî û hemû cîhanê, ji bo alîkariya wan tûşbûyan bikin, bi mebesta wergirtina çareseriya tendirustî û damezrandina nexweşxaneyeke taybet bi çareseriya ji vê nexweşiyê, li wan navçeyan.

Welatiyê Efrînî Îbrahîm Bekir got “Em dengê xwe digihînin cîhanê, çi rêxistina ku heye, bi rêya Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên Tirkiyê û yên çi dewleteke din be, îro 3300 kes pêwîstiya wan bi çareseriya ji nexweşiya penceşêrê ye. Mixabin li Herêma Efrînê navendên çareseriyê nînin.”

Bi mebesta peydakirina pêdivî û çareseriya tendirustî ji bo 3 hezar û 300 tûşbûyên penceşêrê, yên navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê, û 150 tûşbûyên Herêma Efrînê, kampeyn û girdbûna li bajarokê Sermeda yê nêzîka Deriyê Sînorî yê Bab El-Hewa, berdewam e.

Ji roja Şemiyê 22yê Tîrmeha 2023yan ve, li navçeyên Efrîn û bakurê rojavayê Sûriyê kampeynek ji bo 608 tûşbûyên penceşêrê hate ragihandin û tê de malbatên wan beşdar bûn, ji bo dîtina çareseriyekê ji bo rewşa wan tûşbûyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst