PDK-Bakur: Axa Kurdistanê bi Peymana Lozanê bêyî guh bidin Kurdan hat parvekirin

24-07-2023
RÛDAW
Nîşan PDK-Bakur Peymana Lozanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demorata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur)  bi boneya derbasbûna 100 salan bi ser Peymana Lozanê re peyamek belav kir û tê de dibêje: “Axa pîroz a Kurdistanê, bêyî ku guh bidin Kurdan, bi armanca ku Kurdan yekcarî ji holê rakin, di navbera dewletan de hate parvekirin.”

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an  li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbera Tirkiyê û welatên Hevpeyman weke Brîtanya, Fransa, Îtalya û çend welatên din de hatiye îmzekirin û nehiştibû Kurd bibin xwedî statu.

PDK-Bakur îro ji bo 100 saliya Peymana Lozanê peyameke nivîskî belav kir û ew peyman red kir.

Peyama PDK-Bakurê wiha ye:

“Gelê Kurd û welatê wan Kurdistan sedsal berê, ji aliyê serdestan ve, bi rêya binpêkirina pîvekên hiqûqî û sincî, mîna serfên ku di navbera serdestan de bi axê re bihêne kirîn û firotin, bi peymanekê hat perçekirin. Axa pîroz a Kurdistanê, bêyî ku guh bidin Kurdan, bi armanca ku Kurdan yekcarî ji holê rakin, di navbera dewletan de hate parvekirin.

Kurd bi demê re li Tirkiyeyê, anegorî pêwistiya benda 66an a makezagonê, wekî Tirk hatin pejirandin û di encama vê de jî ji hemû nimanên siyasî, ji mafê xweçarenûsiyê bêpar man û çand û zimanê wan hat qedexkirin.  Di bin navên wek Serperiştiya Gelemper’, ‘Zagona Cengî’ û ‘Rewşa Derasayî’, Melhezaya Îslehetê a Şerqê ya ku di sala 1926an de ketibû rewacê, heya bi sala 2002yan jî dom kir.

Dîsan jî, derveyî mijareyê li Tirkıyeyê cihêkariya nijadî ya li hemberî Kurdan bi awayekî tûndûtûj berdewam kir. Wek ku raya giştî ya Kurdan pê agahdar e, piştî çend rojan sedsaliya Peymana Lozanê bi dawî dibe. Peyman, di navbera biserkeftîyên Şerê Cîhanê yê Yekem û Hiqûmeta Enqereyê de hatibû îmzekirin û pê re pê re Komara Tirkıyeyê hatibû damezrandin. Bi tevî ku di nave wê de peyva ‘aşitî’ cih jî digirt, peymana navborî ji bo me Kurdan bes bûbû mirin, qirqirin, şer û pevçûn, koçberî û zindan. Di pêvajoya îmzekirina peymanê de bi tu awayî pûte bi gelê Kurd nehatibû kirin, lêbelê, piştî şerî, li Rojhilatê Ewropayê û li Rojhilata Naverastê gelek dewlet ava bûbûn û ji bo gelên li wê nexşeyê (ji bilî Kurdan), rêya serxwebûnê jî vebûbû.

Cihê heyr û pêkenînê ye ku îro, li Stenbolê şaredariyeke CHPyê ya ku di helbijartinên çûyî de li ser navê Partiya Çepa Kesk dengê Kurdan xwestibûn, sedsaliya Peymana Lozanê bi pêşengeheke taybet ya bi sernavê 2Di 100. Saliya Xwe de Lozan: Aşitîya Bêdawî’ pêşwazî dike û dîsan panelên bi navê ‘Sedsala Aşitiyê’ li dar dixe. Kurdên dewletnexwaz (yan jî yên dijberî dewleteke Kurdan) li Lozanê paradigmaya bizava xwe didomînin û dixwazin Lozan, li ser hişûbîra neteweya demokratîk, ji nû ve bê nîqaşkirin.

PDK-Bakur bi boneya sedsaliya îmzekirina Peymana Lozanê ya rûreşiyê, bang li gelê Kurd dike wekî xwedî li bîr û baweriya serxwebûnxwaziyê derkeve û peymanê û dijayetiya serxwebûnxwaziyê pûç bike. Her weha PDK-Bakur, dide zanîn ku piştgiriyê dide dawûdoza ku bi navê DIAKURDê (Konfederasyona Kurdên Diasporayê) li Komara Tirkîyeyê hatiye vekirin.

Divêt gelê Kurd anegorî vîna xwe bijî!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst