Li Semsûrê ciwanekî Sûrî di Çemê Firatê de xeniqî

24-07-2023
Nîşan Çemê Firatê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêhiştî ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî xelkê Sûriyê ji bo ku avjeniyê bike ket nav Çemê Firatê û xeniqî.

Roja Yekşemê 23ê Temûza 2023an li navçeya Bêhiştî ya Semsûrê ciwanê bi navê Cemal Allov ê 18 salî ku xelkê Sûriyê ye ji bo xwe hênik bike û avjeniyê bike ket nav Çemê Firatê.

Piştî demekê Cemal Allov ji ber çavan winda bû. Li ser vê yekê welatiyên li derdora çem tîmên hawarçûnê ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Berevaniya Şaristanî, hawarçûnê û cendirme ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Bi hevkariya welatiyan cenazeyê ciwanê 18 salî yê xelkê Sûriyê ji nava çem hat derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst