Kurê Yaşar Kaya, Dara Kaya canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Dara Kaya yê kurê siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya îro Yekşemê destê sibehê li ser rêya Hewlêr-Behirkeyê di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da.

Berdevkê polîsê trafîkê yê Hewlêrê ragihand, li nêzîkî gundê Lubnanî ya li ser rêya Hewlêr û Behirkeyê, di encama bûyereke trafîkê de, motorsîkletsiwarekî canê xwe ji dest daye ku paşê hate diyarkirin ew kes Dara Kaya bûye.

Berdevkê polîsê trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî ragihand, îro Şemiyê demjimêr 03:00an serê sibê otomobîleke taybet li motosîkletekê daye.

Li gor daxuyaniya polîsên trafîkê şofêrê otomobîlê hate desteserkirin.

Hevalên Kaya yên ku çûn Tiba Edlî ya Hewlêrê, diyar kirin ku motorsîkletsiwar Dara Kaya ye.

Dara Kaya di sala 1975an de ji dayik bûye, Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê qedandiye.

Dara Kaya piştî wefata bavê xwe li Hewlêrê jiyana xwe berdewam dikir. Malbata Kaya biryar da ku Dara Kaya li cem bavê xwe Yaşar Kaya li Hewlêrê were veşartin.

Hat diyarkirin ku cenaze sibe Duşemê piştî hatina endamên din ên malbatê dê li Goristana Rojava ya li Hewlêrê bê veşartin.

Siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya di 9ê Adara 2016an de di 78 saliya xwe de canê xwe ji dest da û li Goristana Rojava ya Hewlêrê hate veşartin.

Yaşar Kaya kî ye?

Yaşar Kaya di sala 1938an de li Îdir a ku wê demê girêdayî bajarê Agirî ya Bakurê Kurdistanê bû ji dayîk bibû. Kaya di sala 1959an de dema di beşa aborî ya Zanîngeha Stenbolê de dixwend, bi 48 kesan re hat girtin lê piştî sal û nîvekê hat berdan. Navê dosyaya wan wek “Doza 49” hat binavkirin û 10 salan dom kir. Sala 1965ê dersa xwe xilas kir.

Yaşar Kaya, sala 1968ê li ser heman dosyayê ji bo bajarê Konyayê hat sirgûnkirin lê di heman salê de dîsa vegeriya Stenbolê. Kaya li Stenbolê di gellek şîrketan de kar kir û bi bazirganiyê re mijûl bû. Sala 1991ê bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP). DEP sala 1994ê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin û hilweşandin. Ji ber doz û xebata siyasî, neçar ma biçe Ewropayê û li wir Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) ava kir.

Yaşar Kaya, ji sala 1994ê heta sala 2014ê li bajarê Frankfurtê yê Almanya ma, paşê derbasî Hewlêrê bû. 17ê Nîsana 2014ê jî vegeriya Tirkiyê.