Sêwas - Şivanekî 3 kes kuştin

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan Sêwas Şivan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norxanê ser bi parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê, şivanekî bi çifteyê 3 kes kuştin.

Li gundê Qeleyê yê navçeya Norxanê, şivanê bi nave A.Y. yê 24 salî dema pezê xwe diçêrand bi hinceta hatibûn pezê wî bidizin kesên bi navê O.T. yê 58 salî, M.T. yê 20 salî û K.P. yê 23 salî bi çifteyê kuştin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Şivan A.Y. ji aliyên hêzên cendirmeyan ve hat desteserkirin. Hêzên emnî heta niha derbarê bûyerê de daxuyanî nedan û nayê zanîn bi rastî ew kesên hatine kuştin dizbûne yan nebûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst