Baregeha Barzanî kiryara li dijî Pêşmergeyê Kakeyî bi tundî şermezar kir

24-07-2022
RÛDAW
Nîşan Baregeha Barzanî Pêşmerge Kakeyî Kerkûk Heşda Şeibî Sivikatî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat ragihandin “Em bi tundî karê ne rewa û ne merdane yê ku derbarê Pêşmergeyekî Kurdê Kakeyî de ji aliyê çend kesên ser bi Heşda Şeibî ve pêk anîne şermezar dikin.”

Ciwanê Kakeyî Eymen Ebdî Casim ku li Kerkûkê li dijî heqaretên Heşdî Şeibî yên li dijî Kurdan û Pêşmergeyan derket, ji aliyê endamên koma çekdar ve hat binçavkirin û gefa kuştinê li wan hat xwarin.

Zilamekî Kakeyî li Kerkûk ji Rûdawê re ragihand ku çend çekdarên Heşda Şeibî por û simbêlên wî birîne, hejmarek Kurdên Kakeyî xwepêşandanek li dijî wî karê Heşda Şeibî encam dan.

Wezareta Pêşmerge li ser vê bûyerê daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, ev kar nayê qebûlkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, duh mefrezeyeke Heşda Şeibî avêtine ser Pêşmergeyê Liwaya 9 ya Piyade ser bi Wezareta Pêşmerge ku navê wî Eymen Ebdî Casim û sivikatî bi Pêşmerge kirine û karê neguncaw li hember wî ciwanî hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge dibêje, “Ev kar nayê qebûlkirin, daxwaz ji hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê dikin ku yekser komîteyeke lêkolînan li ser vê babetê pêk bîne û tometbaran bigirin û rûbirûyî yasayê bikin da ku ti kesek û aliyekî din hewl nede karên wiha dubare bike.”

Piştî bûyerê malbata ciwanê Kakeyî der barê berpirsyaran de serlêdana sûcê kir.

Ji Baregeha Barzanî Daxuyanî

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat ragihandin “Em bi tundî karê ne rewa û ne merdane yê ku derbarê Pêşmergeyekî Kurdê Kakeyî de ji aliyê çend kesên ser bi Heşda Şeibî ve pêk anîne şermezar dikin.”

Li aliyê din di derbarê mijarê de ji Baregeha Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyanî yê tê gotin “Em bi tundî karê ne rewa û ne merdane yê ku derbarê Pêşmergeyekî Kurdê Kakeyî de ji aliyê çend kesên ser bi Heşda Şeibî ve pêk anîne şermezar dikin.Ev li dijî azadî, bîrûbawer û bi hev re jiyanê sivikayetî û bêrêzî ye.”

Herwiha di daxuyaniyê de dibêje “Em tekez dikin ku em bi hemû hêza xwe piştgiriya xwişk û birayên xwe yên Kakeyî dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst