Li Kampeke Idlibê dûpişk û mar belav bûne

24-07-2022
Mihemed Ibrahîm
Li Kampeke Idlibê dûpişk û mar belav bûne
Li Kampeke Idlibê dûpişk û mar belav bûne
Nîşan Idlib Kamp Dûpişk û Mar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev kampa Sewami' e li gundê Herbenûş ê bakurê parêzgeha Idlibê, nêzîka 200 malbat li vir dijîn û rewşa wan ji ber hebûna mar û dûpişkan gelekî xirab e. Mihemed niştecihê kampê ye, bi telefona xwe dîmenên çend maran girtine ku li nav konên wan hatine dîtin.

Nişteciyê Kampê Muhemed Yasir got "Hemû corên mar û dûpişkan li vê devera çiyayî hene, gelek caran maran bi xelkê vedaye û ti navendên tendirustî yên nêzîk nînin. Xelk neçar e ji vir berê xwe bidin Idlibê ji bo çareseriyê. Heftiya borî me 7-8 mar û 5-6 dûpişk dîtin. Êvarê kesek ji me şiyar dimîne ji bo çavdêriyê bike ku ti mar an dûpişk bi zarokan venedin."

Koçberên kampê li dora konên xwe dermanê dûpişk û maran direşînin lê dibêjin derman bê fêde ye.

Nişteciya Kampê Xedîje Elî dibêje "Ev sê sal in em di vê kampê de ne, tevî zehmetî û hebûna dûpişk û maran. Rewşa me gelekî nexweş e. Ti cihê din nîne em biçinê. Em zarokên xwe di hundir de dihêl in ji ber mar û dûpişkan."

Li gor raporta Rêxistina "Kordînatorên Alîkariya Sûriyê" ya xêrxwazî hezar û 489 kampên koçberên Sûrî li navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê hene ku di jêr destê çekdarên girêdayî Tirkiyê de ne, ji wan zêdeyî yek hezar û 223 kampan  navendên tendirustiyê li wan nînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst