Hewlêr (Rûdaw) - Li komelegeha Kuwêt el-Rehme li navçeya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di encama ketina mûşekekê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand, di encama ketina mûşekekê de li komelegeha Kuwêt el-Rehme li navçeya Efrînê, 3 kes ji wê komelgehê hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Herwiha îro ji serê sibehê ve artêşa Tirkiyê bi awayekî tund navçeyên Til Temir, Zirgan, Izaz, Til Rifeet topbaran kirin, di encamê de heya niha kesekî sivîl canê xwe ji dest daye û 4 kes li Til Temirê birîndar bûne.
Li aliyê din li Zirganê jî di encama topbarana Tirkiyê de leşkerekî Sûriyê hatiye kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse