Li Dêrsimê şerê pîskirina jîngehê: 2 kes bi kêrê hatin birîndarkirin

24-07-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kursdistanê di şerê navbera du grûpan de ku ji ber pîskirina jîngehê dest pê kiribû, 2 kes bi kêrê hatin birîndar kirin.

Li gor zanyariyan îro 24ê Tîrmeha 2022an li Meydana Kişla ya li Taxa Mogultay a Dêrsimê, di navbera 2 grûpan de ji ber avêtina zibil û gilêşê bo nav jîngehê nîqaş derket. Piştî demekê nîqaş veguheriye şer û 2 kes bi kêrê hatine birîndar kirin.

Hat ragihandin ku birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hatine veguhestin û derbarê bûyerê de kesek hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst