Wezareta Pêşmerge li ser kurkirina simêlên Kurdekî ji aliyê Heşdî Şeibî ve daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Zilamekî Kakeyî li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku çend çekdarên Heşda Şeibî por û simbêlên wî birîne, hejmarek Kurdên Kakeyî xwepêşandanek li dijî wî karê Heşda Şeibî encam dan. Wezareta Pêşmerge li ser vê bûyerê daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, ev kar nayê qebûlkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, duh mefrezeyeke Heşda Şeibî avêtine ser Pêşmergeyê Liwaya 9 ya Piyade ser bi Wezareta Pêşmerge ku navê wî Eymen Ebdî Casim û sivikatî bi Pêşmerge kirine û karê neguncaw li hember wî ciwanî hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge dibêje, “Ev kar nayê qebûlkirin, daxwaz ji hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê dikin ku yekser komîteyeke lêkolînan li ser vê babetê pêk bîne û tometbaran bigirin û rûbirûyî yasayê bikin da ku ti kesek û aliyekî din hewl nede karên wiha dubare bike.”

Yek ji Kurdên Kakeyî daxwaz kir ku kesê ew kar li hember wî ciwanê Kakeyî kiriye bê radestkirin û destê wî bêne birîn.

Mamê wî ciwanê Kakeyî jî dibêje, bila bi guleyan lêdaba baştir bû ku simbêlê wî jê bikin.

Derbarê sedemên bûyerê, wî ciwanê Kakeyî ji Rûdawê re gotibû ku axaftinên ne guncaw beramber Kurd û Pêşmerge kirine û wî nikariye xwe bigire û bi heman awayî bersiva wan daye, dengê wî hatiye tomarkirin û bêrêzî li hember wî hatiye kirin. Li gor gotina wî ciwanî, hewla kuştina wî jî hatiye dayîn û li wî xistine.