Galeriya wêneyan

24-07-2021
17 Photos
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji hevkarên wê yên sereke ye û kelecaneke mezin pêk aniye, berdewam e û rastî eleqeyeke mezin tê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê roja 21ê Tîrmehê destpê kir û li hola sînema ya “Karo 11 Oktyabr” birêve diçe.

Festîvala Fîlmên Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Rûsyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî tê piştevanîkirin.

Yek ji taybetmendiyên vê festîvalê ew e ku jurî tune ye û ji ber ku armanc nasandina sînemaya Kurdî bi civaka Rûsî ye, pêşbirk nehatin sazkirin.

Festîval dê heta 25 Tîrmehê berdewam bike û tê de bi giştî 35 berhemên derhênerên Kurd ên fîlmên sînemayê, kurtefîlm û belgefîlm ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û derhênerên biyanî tên nîşandan.

Hemû ew berhemên ku di vê festîvalê de cih digirin bi zimanê orjînal û jêrnivîsa Rûsî tên nîşandan.

Wêne: Kamîz Şeddadî/Rûdaw