Agirek mezin bi bazareke Hewlêrê ket û nêzîkî 200 dikan şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Kurdistan a bajarê Hewlêrê agir bi Bazarê Sîm ket û li gor zanyariyan nêzîkî 200 dikanên wî bazarî şewitîne.

Ji cihê bûyerê bo demeke dirêj gurriya agir û dûkeleke zêde bilind dibû û tîmên agirvemirandinê yên Berevaniya Sivîl jibo kontrolkirina agir çûne bazarê.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, Raîd Serkewt Tehsîn ji Rûdawê re ragihand, ku %95 ji agir hatiye kontrolkirin û hewldanên wan bo vemirandina agir hêj berdewam in.

Serkewt Tehsîn tekez kir ku ew demjimêr 5 sibehê bi rêya peywnediyeke telefonî ji bûyera agirpêketina li Bazara Sîm a Hewlêrê hatine agahdarkirin û diyar kir, li ser wê yekê wan her zû tîmên agirvemirandinê şandin cihê bûyerê.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê herwiha got, beşeke zêde ya dikanên wî bazarî şewitîne û ziyanên mezin gehiştine xwediyên wan dikananan.

Hêj derbarê sedema şewatê de tiştek nehatiye gotin û Berdevkê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê jî dibêje, derbarê vê yekê de dê lêkolîn were kirin.