Li Wanê dest bi ser 45 parçe berhemên dîrokî de hat girtin

24-07-2019
RÛDAW
Nîşan Bêgir Wan Berhemên dîrokî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê di encama operasyonekê de 45 parçe berhemên dîrokî hatin bidestxistin.

 

Li gor daxuyaniya Fermandariya Leşkerî ya Parêzgeha Wanê, li taxa Beydagi ya navçeya Bêgir (Muradiye) hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê operasyonek bo ser malekê pêk anîn, ku dihat gumankirin, li wê derê qaçaxçîtiya berhemên dîrokî hatibe encamdan.

 

Hat ragihandin ku di encama wê operasyona bo ser mala kesê gumanbar de, eşyayên xemilandinê, kûpik, obje û sikeyên ku nîşana xaçê li ser bûn, kevirên dîrokî, perçeyên mermerê û kevirên obsîdyen jî nav de 45 perçe berhemên dîrokî hatin bidestxistin.

 

Di operasyonê de kesê gumbar ê xwediyê malê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hate desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst