Asayişa Hewlêrê: Melayek li ser peywendiya DAIŞê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ragihand ku melayê bi navê Îsmaîl Sûseyî ji ber peywendiya bi DAIŞê re hat desteserkirin.

 

Tariq Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir: “Mela Îsmaîl Sûseyî sê hefte berî niha hat desteserkirin, peywendiya wî bi DAIŞê re hebû û dosyeya wî jî li dadgehê ye.”

 

Mela Îsmaîl Sûseyî ji ber gotarên xwe yên tund di sala 2010ê de ji melatiyê hatiye dûrxistin. Piştre gotarên xwe li ser Youtube û medyaya civakî belav kirine, ji ber vê yekê di 21ê Tebaxa 2011ê de jî ji aliyê Asayişê ve hatiye desteserkirin.

 

 

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, guman heye ku ew sê çekdarên ku êriş kirin ser avahiya Parêzgariya Hewlêrê li cem Îsmaîl Sûseyî ders wergirtibin.

 

Ragihandina desteserkirina Îsmaîl Sûseyî di demekê de ye ku duh serê sibehê di saet 07:15an de 3 çekdar ketin nav avahiya Parêzgariya Hewlêrê û piştî çar saet ji operasyona Asayiş û hêzên ewlehiya Hewlêrê, hersê êrişkar hatin kuştin û operasyon bi dawî bû.

 

Çekdaran di destpêkê de polîsê li ber deriyê avahiya Parêzgariya Hewlêrê birîndar kirin û piştre ketin nav avahiyê. Çekdaran du çayger dîl girtin, hêzên ewlehiyê yek ji wan rizgar kir û yê din jî şehîd bû. Herwiha çar karmendên hêzên ewlehiyê birîndar bûn, ku birîna sê ji wan sivik e.

 

Rûpela Dijeterorê li tora civakî ya Facebookê nasnameya her sê êrişkarên îro yên li Hewlêrê belav kiriye û ragihandiye: “Li gorî lêkolînên destpêkê, ew sê çekdarên ku îro danê sibê êrişî avahiya parêzgariya Hewlêrê kirin û di rûbirûbûna hêzên ewlekariyê de hatin kuştin, hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ne û nîştecihê taxa Qelata Nû ya bajarê Hewlêrê ne.”

 

Li gorî zanyariyên destpêkê, nasnameya her sê êrişkaran bi vî awayî ye; Rehêl Mihemed Rostem Mûsa jidayikbûyê sala 2002, Bîlal Silêman Ebdulrehman Ehmed jidayikbûyê sala 2000, Ebdulrehman Rehîm Qadir Hisên jidayikbûyê sala 2002an.