Birûskê 74 mih mirar kirin

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê li Zozanê Serdanbulakê ku 2 hezar raqim bilind e, birûskê 74 mih mirar kirin.


Li Zozanê Serdanbulakê ya bi ser navçeya Başana Îdirê, şivanan ji ber barana zêde keriyê pezê xwe kom kir.





Birûskê li keriyê pez da û 74 mih telef bûn. Şivan Saddam Aras ji ber ku xwe siparte binê zinaran, birûskê jê negirt û tiştek pê nehat.





Rêncber Yusuf Sure diyar kir ku ew ji ber tavî û teyrokê mehsûr man û wiha got: "Birûskê li keriyê pez da. Şivan ketibû binê zinaran, eger ew nêzîk pez bûya brûskê dê li wî jî bida. 74 iîh mirar bûn, zirara me pir zêde ye."