Li Şirnexê 29 xalên kontrolê wek xwe mane

Navenda Nûçeyan - Çend rojên derbasbûyî piştî du salan rewşa awarte li Tirkiyê bidawî bû, lê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li 7 navendên cuda heta niha 29 xalên kontrolê yên polîsan wek xwe mane.

 

Li gor medya Tirkiyê, ligel ku li seranserî Tirkiyê rewşa awarte bi fermî bi dawî bûye, lê li navenda bajarê Şirnexê 6, li navçeyên wê Cizîrê 8, Basan 2, Silopiyê 4, li Elkê 3, li Qilêban 2, li Hezexê 4, bi giştî 29 xalên kontrolê yên polîsan li wê parêzgehê wek xwe mane û nehatine rakirin.


Ev yek di demekê de ye ku ji xeynî xalên kontrolê yên polîsan, li navçeyê çendîn xalên din ên leşkerî jî hene. Li gor agahiyan, beşeke zêde ya wan navçeyan di dema rewşa awarte de wek navçeyên ewlekariya taybet hatibûn ragihandin û çûn û hatina xelkê sivîl bo wan navçeyan hatibû qedexekirin.


Herwiha li navenda Şirnexê û bajarokên Cizîr, Silopî û Hezexê zirxpoş bi awayekî berdewam li ser cadeyan digerin.