Firokeyên Tirkiyê devera Biradost bombebaran dikin

Soran (Rûdaw) – Du firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî yê Devera Biradost li nahiyeya Sîdekanê bombebaran dikin.

 

Li gorî agahiyan, îşev 24ê Tîrmeha 2018an du firokeyên cengî yên Tirkiyê çend cih li sînorê devera Biradost a ser bi nahiyeya Sîdekanê ku girêdayî qezaya Soranê ye, bi berfirehî bombebaran kirin.

 

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, du firokeyên Artêşan Tirkiyê gundên Hêşme, Kewet, Bilindahiyên Xakurk, Çiyayê Kewet, Çiya Dêl û Gelî Reş bi giranî bombebaran kirin.


Îhsan Çelebî herwiha amaje bi wê yekê kir, ku hêj ti zanyarî derbarê zirarên wan bombebaranên îşev de li ber dest nînin.

 

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê li deverên sînorî, gelek caran deverên sînorî yên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê topbaran an jî bombebaran dike.