Hêzên Asayişê li Serêkaniyê 2 endamên PDK-Sê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serêkaniyê 2 endamên PDK-Sê hatin girtin û emîndariya giştî ya ENKSê daxwazê ji hêz û aliyên Kurdistanî dike ku PYDê bixin bin guvaşê, ji bo ku girtina siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bibe.

 

Çavkaniyekê ji nav Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku duh roja Duşemê demjimêr 11 sibehê, her du endamên PDK-Sê Ebdilhemîd Xelîl Bavê Zal û  Ebdilmecîd Sîdo ji aliyê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ve li bajarê Serêkaniyê hatin girtin.

 

Bi gotina wan çavkaniyan, heta niha jî ew her du endamên PDK-Sê girtî ne.

 

Ji aliyê xwe ve, Emîndariya Giştî ya ENKSê, daxuyanieyeke nivîskî belav kir û têde ragihand, ku girtina endam û alîgirên ENKSê di demekê de ye, ku daxwaza yekrêziya hêz û aliyên Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

 

ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwazê ji hêz û aliyên Kurdistanî, saziyên civakî û tavhiya kes û aliyên demokrasîxwaz dike, ku zextê li PYDê bikin, daku dest ji vê siyaseta xwe li hember ENKSê berde.