Nêçîrvan Barzanî: Ol ji bo xweşî û bexteweriyê hatiye, ne ji bo tundiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê de ragihand ku ol ji bo xweşî û bexteweriya jiyana mirov hatiye, ne ji bo tundî û jandana hev.

 

Roja sêşemê 24-07-2018an bi amadebûna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hejmarek mêvan û bi beşdariya endamên bijarde yên konferansê, 6emîn Konferansa Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê bi sernavê "Zanist, Pîşeyîbûn, Niştimanperwerî" dest pê kir.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansê de gotarek pêşkêş kir û tevî pîrozkirina pêkanîna konferansa şeşem a Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê, hêviyên xwe anîn ziman ku yekîtî di karên xwe de serkeftî be.

 

Nêçîrvan Barzanî giringîdana konferansa Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê bi çawaniya rûbirûbûna tundî û terorê, weke mijareke mezin a cîhanî û navdewletî, nîşaneya zindîbûn û bi hêza rêxistinê wesf kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de têkoşîna li dijî terorê, ji aliyê perwerdekirinê ve erkê wan ê sereke ye.

 

 

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi rola dîrokî ya Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê kir li bizava rewşenbîrî û edebî ya Kurdistanê, bilindkirina hestên netewî û niştimanî û herwiha têkbirina wan kesên ku bi navê ol, êriş kirine ser şoreş û gelê Kurdistanê.


Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku rola Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê di reformên gelek yasayên giring ên Herêma Kurdistanê de bilind e û amaje bi rola mezin a melayên Kurdistanê li dijî DAIŞê û eşkerekirina rêbaza wê ya nerast û neîslamî û nemirovî û herwiha parastina gelê Kurdistanê li hember wê rêxistina terorê kir.

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku helwesta zanayên îslamî yên Kurdistanê cihê rêz û teqdîr û destxweşiya hikûmet û gelê Kurdistanê ye ji aliyê berdewamkirina piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê û bihêzhiştina pêkvejiyana nimûneyî ya ol û mezheb û netewên li Kurdistanê.

 

 

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa êrişa roja duşemê (23-07-2018) ya ser Parêzgariya Hewlêrê kir û sersaxî ji bo malbat û xizmên xebatkarê mesîhî xwest ku bi destê terorîstan hat şehîdkirin û hêviya xwe anî ziman ku birîndar di demeke kurt de baş bibin.

 

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku armanca DAIŞê têkbirina jiyan, avahî, xweşî û pêşketinê ye û ji bo vê yekê jî, ji bilî têkbirina mizgeft û perestgehên olên ciyawaz, bi hezaran kesên ji hemû olan şehîd kirin, ji ber vê yekê jî tevî fedakariya pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê ji bo parastina niştecihên Kurdistanê, danîna bernameyeke hevbeş ji bo rûbirûbûna DAIŞê, weke erkê hemû aliyan bi nav kir.