Karsazên kurd ji helwesta hikûmeta dilgiran in

Amed (Rûdaw) - Piştî êrîşa Pirsûsê li Bakurê Kurdistanê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Tirkiyeyê bi balafiran êrîş bir ser baregehên DAIŞê û li 16 bajaran jî li hemberî HDPî û ESPiyan dest bi operasyonên binçavkirinê kir.

Hin karsazên Bakurê Kurdistanê ji van operasyonan û helwesta hikûmetê dilgiran in. Karsazan ji Amedê banga aştiyê li hikûmetê kir.
 

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Ehmed Sayar ji Rûdawê re derbarê vê yekê de wiha got:

“Piştî hilbijartinê pêvajoya aştiye hate sekinandin. Divê mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were û pêvajoya aştiyê careke din dest pê bike.”

Karsaz dixwazin ji bo careke din pêvajoya aştiyê dest pê bike û hikûmet bi PKKê re rûnê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî divê careke din bikeve dewrê.

Karsaz Celalettîn Bîrtane jî anî ziman ji bo ku PKK careke din dest bi şerê çekdarî neke û wiha domand:

 

“Divê hikûmet gav bavêje û pêvajoya aştiyê bibe serî. Birêz Ocalan ji aktoreke girîng ê vê pêvajoye yê. Ji ber vê yekê jî divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were.”

 

Li gorî karsazan eger pêvajoya aştiyê bi ser nekeve û hikûmet jî operasyonên xwe nerawestîne hem kurd û hem jî tirk dê hem di qada siyasî û hem jî di qada aboriyê de wenda bikin.