FLAŞ - Wezîrê Pêşmerge aşkere kir: Emê tevlî şerê Mûsilê bibin!

24-07-2015
RÛDAW
Mistefa Seyid Qadir û Stevart Johnes
Mistefa Seyid Qadir û Stevart Johnes
A+ A-

 

Helwêr (Rûdaw) -  Wezîrê Pêşmerge yê Başûrê Kurdistanê, Mistefa Seyid Qadir agahiyên zêdetir li ser serdana Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê bo Kurdistanê û civîna wî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî aşkere kir.

 

Wezîrê Pêşmerge yê Başûrê Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir derbarê serdana Wezîrê Bergirî yê Amerîka Ashton Carter bo Kurdistanê de axifî. Mistefa Seyid Qadir herwiha agahiyên girîng derbarê civîna Mesûd Barzanî û Ashton Carter de aşkere kir.

 

Wezîrê Pêşmerge ligel Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Stevart Johnes li Hewlêrê derbarê serdana Ashton Carter de daxuyaniyek rojnamevaniyê da. Mistefa Seyid Qadir di vê daxuyaniyê de behsa serdana Carter bo Kurdistanê û naveroka civîna wî ligel Barzanî û şandeke Hêza Pêşmerge kir.

 

Mistefa Seyid Qadir got: “Me ligel şandeya amerîkî behsa şerê Mûsilê kir. Ew şer ji me re gelek girîng e û em dê beşdariyê tê de bikin.”

 

Wezîrê Pêşmerge yê Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de tekez kir, “şandeya Amerîkayê bi serokatiya Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Ashton Carter, garantî dan Herêma Kurdistanê ku Amerîka dê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê, dabînkirina çek û pêwîstiyên leşkerî de berdewam be li ser alîakriyên xwe û  dê piştgîriya pêşmerge û Kurdistanê bikin.”

 

Ji aliyekê din, Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Stevart Johnes di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em dê piştevaniya pêşmerge bikin bo lêdana DAIŞê.”

 

Stevart Johnes herwiha got: “Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, bo rûbirûbûna pêşmerge li dijî DAIŞê.”

 

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Ashton Carter ligel şandeyekê îro bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.

 

Ashton Carter piştre li ofîsa Serokwezîrtiyê li bajarê Hewlêrê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê, Mesûd Barzanî û  şandeke pêşmerge re civiya.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst