Çekdarên DAÎŞ gundê Sifeya kontrol kir

 

Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ gundê Sifeya li ser riya sereke ya bajarê Hesekê û Qamişlo kontrol kirin.

 

Nûçegihanê Tora medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAÎŞ gundê Sifeya derdor 10 kîlometroyan li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê kontrol kirin.

 

Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, di encama kontrolkirina gundê Sifeya de, her du riyên Hesekê bi bajarê Qamişlo û Amûdê re hatine qutkirin.

 

Bajarê Hesekê ku navenda parêzgehê ye di jêr kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, lê li hin taxên ku akinciyên wan kurd in, rêbendên hêzên yekîneyên Parastina Gel YPGê û Asayişê jî hene.

 

Ji destpêka vê hefteyê ve, Çekdarên DAÎŞê êrîşên xwe li dijî çend deverên Herêma Cezîrê li başûrê Qamişlo û Tirbespiyê û li derdora SerêKaniyê jî berfireh kirine.