Hewlêr (Rûdaw)- Bajarokê Celewla ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi temamî hat kontrol kirin û çekdarên DAÎŞ jê hatin derkirin.
Piştî zêdetir ji yek mehê ku çend taxên bajarokê Celewla di bin kontrola çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de bûn, Hêzên Pêşmerge karîn wan taxan ji bin destê çekdaran derxe û wî bajarokî bi temamî kontrol bike.
Şeva borî, li her du taxên Wihde û Tecnîd şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket û heta 7 demjimêran ew şer berdewam bû.
Bi sedema wî şerî, nêzîk 6 Pêşmerge birîndar bû û pêşmergeyekî din jî şehîd ket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse