EFRÎN – Dilê jina 85 salî ji ber şkenceya çekdaran sekinî

24-06-2024
Nîşan Efrîn Çekdar Şkence Jina Pîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dilê Zeyneb Şêxoya 58 salî ji ber şkenceya çekdarên Ehrar El Şerqiyeyê sekinî.

Li gorî nûçeya ANHAyê, çekdarekî koma Ehrar El Şerqiyeyê yê bi navê Ebû Omran şkence Kurdekî bi navê Mihemed Birêm ê ji gundê Kûrrayê yê bajarê Racoyê kir û heqaret lê kirin.

Dema Zeyneb Şêxoya (85) dayika Mihemed Birêm hewl da kurê xwe ji nav lepên çekdaran xelas bike, çekdaran şkece li wê jî kiriye.

Zeyneb Şêxoyê piştî vê yekê krîza dil kiriye.

Zeyneb Şêxo li nexweşxaneyê tê tedawîkirin lê rewşa wê ya tenduristiyê xerab e.

Efrîn sala 2018an hat dagirkirin

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Rêxistinên mafê mirovan ên xwecihî û navneteweyî ji sala 2018an ve gelek caran di raporên xwe de daye zanîn ku milîsên alîgirên Tirkiyeyê xelkê Efrînê direvînin û bi zorê dest datînin ser mal û milkên wan.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beriya bi daxuyaniyekê ragihand ku rêxistinên Qeter û Kuwêtê tevî Tirkiyeyê demografiya Efrînê diguherin.

Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên mirovî yên mafên mirovan û civaka navneteweyî kiribû da ku rê li ber wî karê neyasayî bigirin.

Li aliyê din, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî Tebaxa 2023yan ji ber binpêkirinên mafên mirovan ceza bi ser Lîwaya Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst