RIHA – Termê zilamekî di coya avdaniyê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê termê zilamekî di coya avdaniyê de hat dîtin.

Şêniyên gund li gundê Qisasê yê Rihayê di coya avdaniyê de termê zilamekî dît û xeber da hêzên ewlehiyê.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastinê yên sivîl, tîmên tenduristiyê û polîsên noqav çûn cihê bûyerê.

Term ji avê hat derxistin û tîmên tenduristiyê term ji bo karên otopsiyê bir morga Saziya Tiba Dadî ya Rihayê.

Li Bakurê Kurdistanê bi hatina havînê re hejmara kesên di coyên avê, çem û golan de dixeniqin zêde bûye.