Li Şirnexê şer û pevçûnên dijwar diqewimin

24-06-2024
Nîşan Şirnex Şer Gerîla Leşker Elkê HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyona li bejahiya 3 gundên navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê didome.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê gotibû ku li bejahiya gundên Melêsê, Hemka û Çiyayê Bermalê yên Elkê operasyoneke leşkerî heye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Parêzgariya Şirnexê beriya niha li herêma ku şer lê heye qedexeya çûn û hatinê ragihandibû.

Divê were gotin ku demên dawiyê şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne.

Vê hefteyê li Çiyayê Agiriyê, navçeyên Heskîf û Kercosê yên Êlihê jî şer û pevçûnan rû dabû.

HPGyê ragihandibû ku li Çiyayê Agiriyê fermandar Şêxmûs Milazgir û li Heskîfê jî du gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Li hêla din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî got ku li Kercosê jî du gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst