Şewata li Mêrdîn û Amedê: Bîlançoya fermî diyar bû!
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Mêrdîn û Amedê eşkere kir.
20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.
Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.
Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye.
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewatê bi rêya hesabê xwe yê Xê eşkere kir.
Li gorî amarên ku Yumakli eşkere kirine, bîlanço wiha ye:
Çinar
- 7 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitiye ku ji vê qadê 6 hezar û 789 dekar qad firêze ye. Hezar û 111 dekar jî zeviyên genim in ku hîn nehatine çinîn.
- Traktorek û 14 tesîsên avdaniyê şewitî ne.
- Li gundê Tobiniyê 924 ajel mirine.
Şemrex
- 7 hezar dekar zeviyên çandiniyê şewitine, ji vê qadê 4 hezar dekar zeviyên genim in ku nehatine çinîn. 3 hezar dekar jî firêze ne.
- Gelek amûrên avdaniyê yên cotkaran xisar dîtiye.
Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke gelekî mezin heye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 20, 2024
🛑 Li gorî agahiyan agir bi hinek gundan ketiye û mirî hene
📹 @avkrblt pic.twitter.com/rBwYBxy79w