Şewata li Mêrdîn û Amedê: Bîlançoya fermî diyar bû!

24-06-2024
Nîşan Amed Mêrdîn Şewat Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Mêrdîn û Amedê eşkere kir.

20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewatê bi rêya hesabê xwe yê Xê eşkere kir.

Li gorî amarên ku Yumakli eşkere kirine, bîlanço wiha ye:

Çinar

- 7 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitiye ku ji vê qadê 6 hezar û 789 dekar qad firêze ye. Hezar û 111 dekar jî zeviyên genim in ku hîn nehatine çinîn.

- Traktorek û 14 tesîsên avdaniyê şewitî ne.

- Li gundê Tobiniyê 924 ajel mirine.

Şemrex

- 7 hezar dekar zeviyên çandiniyê şewitine, ji vê qadê 4 hezar dekar zeviyên genim in ku nehatine çinîn. 3 hezar dekar jî firêze ne.

- Gelek amûrên avdaniyê yên cotkaran xisar dîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst