Termê Kubrayê di Çemê Zapê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Termê jina bi navê Kubra Gultekîn a 20 salî di Çemê Zapê de hat dîtin.

Tê gotin ku Kubrayê şeva borî derdora saet 22:00yan xwe avêtiye Çemê Zapê.

Li gorî nûçeya DHAyê, hinek kesan dîtiye ku Kubrayê xwe ji dûlêreke bi qasî 150 metreyî bilind avêtiye çem û wan agahî daye aliyên pêwendîdar.

Piştî xeberdayînê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîm heta serê sibehê di nav ava çêm de li Kubrayê geriyane û termê wê îro ji aliyê noqavan ve hatiye dîtin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Kubraya 20 salî ji bo kar û barên otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Li hêla din, hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.