Li Rihayê çûna nav daristanan hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya rûbirûbûna agirê daristanan de çûyîna nav daristanê hat qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji 24ê Hezîranê û pê de li Rihayê çûyîna welatiyan a nav daristanan hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew qedexe dê heta agahdarkirine din berdewam bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li kêleka daristanan pêxistina agir û çûna seyranê jî qedexe ye.

Li gorî daxwiyaniya parêzgariya Rihayê, kesên ku biryarê cîbicî nekin dê bên cezakirin.