Li girtîgeha Amedê 32 girtî bi jehrê ketin

24-06-2024
RÛDAW
Nîşan Girtîgeha Amedê Girtî Bijehrêketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li girtîgeha Amedê 32 girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketin.

Li girtîgeha Amedê 23yê Hezîrana 2024an piştî xwarina şîvê 32 girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketin.

Li ser bihîstina bûyerê şandeyeke Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Amedê çûn girtîgehê û derbarê rewşê de lêkolîn kir.

Baroya Amedê derbarê lêkolînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Baroya Amedê ragihand ku li gorî hevdîtinên ku bi gitiyan re hatîn kirin, ji ber cejnê ev 10 roj in di xwarinên girtîgehê de pirsgirêk hene.

“10 roj in di xwarinên girtîgehê de pirsgirêk hene”

Baroya Amdê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Roja 23yê Hezîrana 2024an li ser agahiya ku li girtîgeha Amedê girtî bi jehrê ketine, şandeyeke Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Amedê di demjimêr 23:30î de çû serdana girtîgehê.

Li gorî hevdîtinên ku bi girtiyan re hatîn kirin, ji ber cejnê nêzîkî 10 roj in di xwarinên girtîgehê de pirsgirêk hene, di nava wê demê de vakayên zikçûnê zêde bûne.

Ji xwarina ku roja 23yê Hezîranê dane girtiyan ku mirîşk bûye bêhn hatiye, av gelek caran qut dibe û av dema tê jî gelekî pîs e.

Heman rojê 32 girtiyên ku bi jehrê ketîn ku vedireşiyan birine nexweşxaneyê û piştî dermankirinê dîsa vegerandine girtîgehê.

Herwiha li wê girtîgehê paqijî û xwarin bi giştî gelekî xirab in.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 14ê Gulana 2024an jî li heman girtîgehê 76 girtî û karmendên girtîgehê ji ber xwarinê bi jehrê ketibûn.

Baroyê ji berpirsan xwest ji bo ku bûyerên bi wî awayî careke din dubare nebin li wê girtîgehê tedbîrên pêwîst bên girtin û berpirs erkê xwe di wê mijarê de bi cîh bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst