Li Mûşê amadehiyên zivistanê dest pê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Demsal destpêka havînê ye lê li Mûşê ajeldaran ji niha ve dest bi amadehiyên zivistanê kiriye.

Cotkar û ajeldarên li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, di bin germa havînê de giya û êmê ajelan ê ji bo zivistanê kom dikin.

Ew dibêjin îsal baran zêde bû û giya û ka bi bereket in.

Mikail Ozturkê ajeldar got, “Berhem îsal baştir e. Pirsgirêk tune, maşallah îsal çêtir e.”

Ajeldar giyayê ku kom dikin di patozan de dihêrin û dikin ka û piştre vediguhêzin axurên xwe ku 6 mehên zivistanê ajelên wan bê navber li wan dimînin.

“Îsal li gorî salên berê baştir e”

Muhammed Işikê ajeldar behsa başbûna ber û berhema îsal kir û got:

“Îsal li gorî salên berê baştir e. Em debara xwe bi ajeldariyê dikin.

Em ajelên mezin û biçûk xwedî dikin lê li gundê me bi giştî ajelên mezin hene.”

Li Mûşê ajeldarî sektoreke sereke ya debara xelkê ye.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, li parêzgeha Mûşê milyonek û 51 hezar û 461 ajelên biçûk û 235 hezar û 507 ajelên mezin hene.