TIRKIYE: Li Êlihê 2 gerîlayan canê xwe ji dest da

24-06-2024
Nîşan Êlih Kercos Gerîla HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got ku li navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê 2 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

19ê Hezîranê li gundê Xirbekûrê yê li Çiyayê Mava operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.

HPGyê ragihandibû ku di wî şerî de du gerîlayan canê xwe ji dest daye û nasanemeyên wan eşkere kiribûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê got ku li navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê jî du gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Li gorî peyama ku Alî Yerlîkaya belav kiriye, gerîlayên ku li Kercosê canê xwe ji dest daye Sultan Daga bi nasnavê Bêrîtan Amara û Zeynep Nîbata bi nasnavê Zeyneb Cûdî ne.

Heta niha Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst