Firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kirin

24-06-2023
Nayîf Remezan
Nîşan Çiyayê Metîn Firokeyên Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê ragihand, îro Şemiyê piştî nîvro firokeyên şer ên Tirkiyê demjimêrekê rêzeçiyayên Metîn û devera Nihêl a Amêdiyê bombebaran kirin.

Welatiyekî wê deverê Fayiq Belaveyî ji Rûdawê re ragihand, îro Şemiyê di demjimêr 12:15an de bombebaranê dest pê kir û firokeyên şer ên Tirkiyê rêzeçiyayên Metîn yê li pişt gundê Belaveyê bombebaran kirin û diyar kir ku heta niha jî berdewam e.

Fayiq Belaveyî heman cih du caran li ser hev hatiye bombebarankirin û heta niha jî dengê firokeyan li esmanan tê bihîstin.

Fayiq Belaveyî li ser ziyanên bombebaranê jî got ku ew devera hatiye bombebarankirin herêmeke qedexekirî ye û ti ziyanên canî yên xelkê sivîl çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst