Li Dêre Zorê termê serkirdeyekî DAIŞê hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêre Zorê termê serkirdeyekî DAIŞê hatiye dîtin ku tê gumankirin ji aliyê hevalên xwe yên rêxistinê ve hatibe kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku îro înê, li biyabana bajarokê Suwer ê ser bi gundewarê Dêre Zorê ve termên 2 kesan hatin dîtin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan termê yek ji wan ê serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Ebû Ebdella El-Iraqî ye û xelkê gundê El-Sicir ê gundewarê bakurê Dêre Zorê ye.

Heman zanyarî nîşanê bi wê yekê didin ku El-Iraqî bi sedema pereyan û tometbarkirina kuştina ciwanekî bi navê Sair El-Hemmûd, ji aliyê kesên ku tê gumanbarkirin endamên DAIŞê ne hatibû revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kir ku berê jî Rêxistina DAIŞê li navçeya El-Kesar a li nêzîkî bajarê El-Bisêre serkirdeyekî xwe yê bi navê Emmûrî El-Iraqî kuştibû û termê wî bi darekê ve girêdayî hatibû dîtin.