Tê pêşbînîkirin 300 hezar geştiyar di cejnê de serdana Herêma Kurdistanê bikin

24-06-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Cejna Qurbanê Geştiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberê Ragihandina Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, demsala havînê demsala zêrîn a geştiyariyê ye û pêşbînî dikin di cejna Qurbanê de zêdetirî 300 hezar geştiyar serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Birêveberê Ragihandin û Peywendiyên Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  Îbrahîm Ebdulmecîd îro Şemiyê ji Rûdawê re got “Em jê re dibêjin demsala geştiyariya zêrîn a Herêma Kurdistanê ku demsala havînê ye û em xwe amade dikin ku pêşwaziya geştiyaran bikin.”

Piraniya geştyarên Herêma Kurdistanê ji parêzgehên din ên Iraqê ne; Li pey wan geştiyarên biyanî tên. Hin tûrîstên xwemalî jî hene ku diçin herêmekê û zêdetirî 24 demjimêran dimînin.

Birêveberê Ragihandina Desteya Geştûguzariyê li gorê parêzgehan herî zêde geştyar serdana Hewlêrê dikin û piştî wê jî Silêmanî, Duhok û Helebce tên û wiha berdewam kir “Îsal gelek geştyaran serdana Soran û Zaxo kirine. Armanca me ew e ku geştyar ne tenê biçin navendên parêzgehan û li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê bên belavkirin û li her derê derfeta kar çêbibe.”

28ê vê mehê Cejna Qurbanê ye. Îbrahîm Ebdulmecîd dibêje, ew xwe amade dikin di rojên cejnê de pêşwaziya zêdetirî 300 hezar geştyaran bikin û lêzêde dike "Geştiyariya vê cejnê dê ne wek cejna Remezanê be, niha betlaneya dibistanan e, û li parêzgehên din ên Iraqê jî germahî ji ya Herêma Kurdistanê bilindtir e, ji ber vê yekê em li benda gelek geştiyaran in."

Herwiha Birêveberê Ragihandina Desteya Geştûguzariyê got “Plana me ew e ku geştyar ne tenê werin seyrangeh û havîngehên xwezayî, li seranserê Herêma Kurdistanê şûnwarên olî, çandî û arkeolojîk hene. Bo nimûne, geştyar dikarin serdana bîrdariyên Germiyan û Barzanê bikin; Serdana muzexaneyên wekî Muzexaneya Emne Sûre bikin; herin cihên olî yên mîna Lalişê.”

Îbrahîm Ebdulmecîd da zanîn ku wek cejn û helkeftên berê, ji bo Cejna Qurbanê jî dê li xalên pişkinînê pêşwaziya geştyaran bikin û rênimayiyên pêwîst bidin cihên geştiyariyê û got "Em bi asayîşa xalên kontrolê re di asteke pir bilind de hevkariyê dikin da ku di zûtirîn demê de geştiyaran bi rê bikin."

Li gorî daneyên Desteya Geştûguzariyê, li Herêma Kurdistanê di sê mehên destpêkê yên îsal de 2 milyon geştiyar hatine tomarkirin. Her li gorî daneyên Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê, par şeş milyon geştiyar serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst