Îsal 49 welatiyên Herêma Kurdistanê hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îsal 49 welatiyên Herêma Kurdistanê di bûyerên cuda de hatine kuştin; 45 kes bi çek û 4 kes jî bi kêrê hatin kuştin.

Bûyerên kuştinan curbecur in û piraniya wan ji ber pirsgirêkên civakî bûne. Yek ji bûyerên herî berçav ku li ser tora civakî bûye sedema bertekan, kuştina ciwanê bi navê Xwanas Wirya li Çemçemal a Silêmaniyê ye, li Hewlêrê kuştina jinekê û xwişka wê ji aliyê hevjînê wê jinê ve û li Koyeyê jî kuştina jinekê, 2 keç û kesekî din ji aliyê hevjînê wê jinê ve bûyerên ku herî zêde bûne sedema bertekan in.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji destpêka îsal ve heta niha 49 kes li Herêma Kurdistanê hatine kuştin ku hinek ji wan piştre derketiye ku xwekuştin bûne. Amarên li gorî mehan wiha ne:

Meha Çileyê; 10 kes

Meha Sibatê; 3 kes

Meha Adarê; 6 kes

Meha Nîsanê; 9 kes

Meha Gulanê; 12 kes

Meha Hezîranê; 9 kes

Hûrgiliyên bûyerên kuştinê yên di nava îsal de:

- Di 22ê Hezîranê de ciwanê bi navê Xwanas Wirya li sûka Çemçemalê bi guleyan hate kuştin.

- Di 21ê Hezîranê de li Şêxanê di encama pevçûna di navbera du malbatan de ciwanek hate kuştin.

- Şeva 19ê Hezîranê li Hewlêrê zavayekî hevjîna xwe kuşt û xwişka wê jî birîndar kir û piştî du rojan wê jî canê xwe ji dest da.

- Di 14ê Hezîranê de li navçeya Seyîd Sadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve kesekî 58 salî bi guleyan hat kuştin.

- Şeva 13ê Hezîranê li taxa Badawe ya Hewlêrê ciwanek bi kêrê hat kuştin.

- Di 12ê Hezîranê de li taxa Nizarkê ya Duhokê welatiyek hat kuştin.

- Li Kelarê şeva 8ê Hezîranê welatiyek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin.

- Di 7ê Hezîranê de li taxa Şehîdan a Ser Çinar a Silêmaniyê kesekî 41 salî hat kuştin.

- Di 28ê Gulanê de li ser cadeya Qazî Mihemed (100 Metrî) ya Hewlêrê welatiyek bi guleyan hat kuştin.

- Di 22ê Gulanê de li navçeya Çemçemalê ciwanê bi navê Eyûb Ebdulcebar bi guleyan hat kuştin.

- Di 17ê Gulanê de li Koyeyê kesekî gule li mala xwe reşandin û di encamê de hevjîna xwe, 2 keç û kesekî din canê xwe ji dest dan.

- Di 15ê Gulanê de li ber navenda polîsên Koyeyê di navbera polîs û çend çekdaran de şer û pevçûn derket; 2 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

- Di 7ê Gulanê de li Çemçemalê welatiyekî ku xwediyê çewliga mirîşkan bû ji aliyê karkerên xwe ve hat kuştin.

- Rêveberiya polîsê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ragihand, di 4ê Gulanê de kesekî bi navê M. M. W. dayikbûyê sala 1988an û xelkê bajarê Jaraweyê ye ji aliyê keçekê ve bi kêrê hat birîndarkirin û piştre canê xwe ji dest da. Li gorî polîsan, keçikê gotiye ku wî kesî xwestiye destdirêjiyê li wê bike.

- Di 2ê Gulanê de welatiyê bi navê Hecî Nûrî ji ber “pirsgirêkeke civakî” li navçeya Kifrî hat kuştin.

- Di 2ê Gulanê de li Betwate ya Raperînê welatiyekî ku Pêşmergeyekî bi pile bû hat kuştin.

- Di 7ê Nîsanê de li navçeya Xebatê welatiyek bi îdiaya ji ber pirsgirêkên civakî hat kuştin.

- Di 14ê Nîsanê de li nahyeya Herîr a girêdayî parêzgeha Hewlêrê kesek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

- Roja Yekşemê 16ê Nîsana 2023an li Kanî Qirjale ya ser bi nahyeya Rizgarî ya Hewlêrê ve, keçeke xwendekar canê xwe ji dest da. Rêveberê nahyeyê ji Rûdawê re ragihand, keçikê bi çeka bavê xwe “xwe kuştiye”.

- Roja 17ê Nîsanê welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê di nava bazareke bajarê Duhokê de bi guleyan hat kuştin.

- Di 18ê Nîsanê de li Hewlêrê li ser cadeya 120 Metrî kesek hat kuştin.

- Di 20ê Nîsana 2023an de ciwanê bi navê Xalid Rehîm ê ku di sala 1993an de ji dayik bûye, li Kelarê ji aliyê hevalekî xwe ve hatiye kuştin.

- Di 21ê Nîsanê de, Kawe Baziyanî yê kesekî diyar ê eşîra Kafiroş bû, bi guleyan hat birîndarkirin û piştî 3 rojan canê xwe ji dest da.

- Di 25ê Nîsana 2023an de Serhed Ebdullah Kwêxa Mubarek li Çemçemalê li ber deriyê mala xwe bi guleyan hate kuştin.

- Di 30ê Nîsanê de li taxa Xebat a Silêmaniyê welatiyek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

- Di 4ê Adarê de li Silêmaniyê welatiyekî bi çek hat kuştin. Li gorî agahiyên xizmên wî, ew ji aliyê yek ji zarokên xwe ve bi şaşî hatiye kuştin.

- Di 5ê Adarê de welatiyê bi navê Şiwan Omer Qadir (42) ji ber pirsgirêkeke civakî li cadeya Kuran a Hewlêrê ji aliyê xezûrê xwe ve hat kuştin.

- Di 14ê Adarê de welatiyê bi navê Rewend Mihemed (35) ê xelkê Hewlêrê bi kêrê hat kuştin.

- Li Hewlêrê di 16ê Adarê de keçeke 28 salî hat kuştin, polîs ragihand, kujer birayê wê bûye û hatiye desteserkirin.

- Di 24ê Adarê de li gundekî Şêxanê cenazeyê kesekî hat dîtin, polîsan ragihand ku ew hatiye şewitandin.

- Roja Sêşemê 28ê Adarê li taxa Bestepiyaz a Hewlêrê şerê di navbera 3 pismaman de kesekî 35 salî hat kuştin.

- Di 9ê Sibatê de li gundekî Berdereşê welatiyekî 50 salî hat kuştin, polîsan diyar kir ku kujer birayê kesê hatiye kuştin e.

- Di 11ê Sibatê de li Hewlêrê welatiyê bi navê Ferman Ebdulxaliq (32) ji ber pirsgirêkeke civakî ji aliyê xezûrê xwe ve hat gulebarankirin û hat kuştin.

- Di 18ê Sibata 2023an de li nahyeya Quştepeyê jinek ji ber pirsgirêkeke civakî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.

- Cenazeyê Burhan Letîf ê 46 salî, şeva 3ê Çileyê li herêma Qeredax a parêzgeha Silêmaniyê darvekirî hat dîtin.

- Di 6ê Çileyê de li Hewlêrê keçeke 15 salî hat kuştin, piştre hat diyarkirin ku ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.

- Di 6ê Çileyê de li Silêmaniyê di bin pira Xesrew Xal de kesek hat kuştin.

- Roja 18ê Çileyê 5 welatiyên parêzgeha Duhokê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê çend kesan ve hatin kuştin.

- Di 24ê Çileyê 2023an de li gundê Girbîşê yê navçeya Akrê jinek û mêrek ku xizmên hev bûn hatin kuştin.

Têbînî: Ev amarên ku ji aliyê polîs an jî xizmên wan ve hatine eşkerekirin in.