49 sal bi ser cîbicîkirina projeya Zinara Erebî re derbas dibin

24-06-2023
Hisên Omer
Projeya Zinara Erebî li Herêma Cizîrê hatiye cîbicîkirin
Projeya Zinara Erebî li Herêma Cizîrê hatiye cîbicîkirin
Nîşan Zinara Erebî Rojavayê Kurdistanê Erebkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 49 sal di ser cîbicîhkirina projeya Zinara Erebî li herêma Cizîrê re derbas dibin. Bi vê projeyê bi sedhezaran donim zevî ji Kurdan hatine standin û li ser Erebê hawirde hatibûne belavkirin.

Zenara Erebî, Kembera Erebî derbasî Kobanî û Efrînê nebû, çima? Kê rê li ber girt? Kesê rê li ber berfirehbûna  Zinara Erebî girt ku derbasî Kobanî û Efrînê nebe, Cimoyê El Hemik bû.

Cimoyê El Hemik hîç razî nebû ku erdên xwe radestî Erebên hawirde bike, dema ku hikûmeta Sûriyê ya Baas xwest wê projeyê di sala 1967an de, li gundewarên herêmên Girê Spî û Kobanî bicî bike, Kurdên li wê derê ne di nava wan de Cimo, bêyî ku bitirse li hemberî hikûmeta Sûriyê û Erebên hawirde derketin.

Cimoyê El Hemik û zarokên xwe, xwe di nava erdê xwe vedişartin û kî derbasî nava erdê wan dibû gulebaran dikirin, hinek caran seg berdidan wan, hinek caran jî ew derbasî aliyê Tirkiyê dibû û ew ji Tirkiyê gulebaran dikirin. Wan di nava erdê xwe de mayîn diçandin, ji bo ku Ereb nikaribin di nava erdê wî de bimînin, kî derbasî nava erdê wan dibû mayîn pêde diteqiya, yan birîndar dibû yan jî dihate kuştin, bêhtirî 10 salan şer kir.

Ji ber wê yekê Cimoyê El Hemik gelek caran ji aliyê istîxbarata Sûriyê ve hatibû girtin û îşkencekirin jî, lê wî û zarokên xwe nehîştin projeya Zinara Erebî derbasî Kobanî bibe.

Piştre jî parêzerê Kurd yê ji Efrînê Şewket Nesan li dadgehan xwedî li Cimoyê El Hemik derket û erdê wî bi temamî li ser navê wî hate tapokirin û êdî kesekî nikaribû jê bistîne.

Dîmenên ji gundê Kêşikê yê navçeya Aliya ya herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ne ku roja şemiyê, 24ê hezîranê hatine kişandin û taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Roja 24ê hezîranê, 49 sal di ser cîbicîkirina projeya Zinara Erebî li herêma Cizîrê derbas dibin, ku bi sedhezaran donim ji nişteciyên resen yên herêmê ku Kurd in hatibûn standin û li ser erebên hawirde hatibûn dabeşkirin.

Wekî nimûne, li şeş gundên navçeya aliyan, 2658 Hektar zevî hatibûn desteserkirin û li ser erebên hawirde hatibûn dabeşkirin.

Kêşik: 1100 Hektar, Alaqos: 325 Hektar, Gundikê Şelal: 200 Hektar, Sêgirka: 323 Hektar, Mûsagewra: 350 Hektar ûQastepan: 460 Hektar

 Fadî Merhê, xelkê Gundikê Şelal e û ji malbata Merhê ye ku melakên her şeş gundên navborî ye, ji Rûdawê re axivî û got di serdema Rêveberiya Xweser de jî wan daxwaza vegerandina zeviyên xwe kiribû.

Fadî Merhê herwiha got jî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê razî nebû Erebên hawirde bên vegerandin.

Li gorî projeya Zinara Erebî, ku hezîrana sala 1975an li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatibû cîbicîkirin, 40 kolonî li hersê herêmên Dêrik, Qamişlo û Serê Kaniyê ji bo 4089 malbatên erebên hawirde hatin avakirin û 729511 donim zevî li ser wan hatin dabeşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst