Ji ber lawaziya hiqûqa modern û nemana hiqûqa navxweyî şerê li ser zeviyan hersal gurtir dibe
Amed (Rûdaw) - Hersal li Bakurê Kurdistanê ji ber erd û zeviyan bi dehan kes têne kuştin. Li gorî mafnasan û pisporan sedema mezin a şerê li ser zeviyan; qanûna Tirkiyê ya yekkirina erd û zeviyên gundiyan e. Ji ber vê qanûn û yasaya yekkirinê sînorên erd û zeviyên xelkê têne guhertin û zevî dest diguherînin. Ev yek jî di navbera malbatan de dibe sedema nakokiyan.
Gelek malbat ji ber vê pirsgirêkê hev didin dadgehan lê ji ber ku ev doz jî bi dehan salan berdewam dike, malbat li hemberî hev sor dibûn û şerê hev dikin. Pispor dixwazin ev qanûn têra çareserkirina pirsgirêkan nake û divê dadgeh zû li ser van dozan biryarê bidin. Hinek pispor jî pêşniyar dikin ku weke bere Lijneya Rûsipiyan bê avakirin û pirsgirêkên gundiyan bi vî awayî bê çareserkirin.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak li ser vê mijarê raporteke taybet amade kiriye û ev jî rapora wî ye:
Evder zeviyên mezrayên Şidada û Sarê ne kul i ser gundê Melefiyataya Bismilê ye. Bismil navçeyeke ser Amedê ye. Gundî genim û cehên xwe di bin çavdêrî û ewlekariya cendirmeyan de didirûn.
Ji ber ku di 15ê Hezîranê de li ser zeviyan di navbera xal û xwarzan de şer derketibû û ji 2 malbatan 9 kesan canê xwe ji dest dabû, gund ji wê rojê ve di bin ewlehiya leşkeran de ye. Heta ku herdu malbat aş bibin, çandinî dê di bin çavdêriya leşkeran de be.
Şerê ku li gundikên Bismilê qewimî, ne şerê yekemîn ê zeviyan e. Belkî ne yê dawiyê jî be. Ji ber ku hersal li bajarên Kurdan li ser zeviyan di navbera malbatan de şer derdikeve û gelek kes canê xwe ji dest didin. Sedema vî şerî jî piranî weke qanûna yekkirina erdan tê nişandan ku ev qanûn li dijî jiyan û taybetiya gundên bajarên kurdan e. Her dozeke zeviyan carna bi dehan salan berdewam dike. Ev jî dibe sedem ku dozdar li hev sor bibin.
Derbarê vê yekê de Parêzer Şêxo Filîk dibêje: “Ew erdên ku pir zêde parçe parçe bûne dikin yek perçe. Di vir de destûra xwediyên erdan û milkan nastînin, bi tu awayî bi wan naşêwirin. Biryarekî digrin û wî erdî dikin yek. Carna sînorên wan diguherin, carna dest diguherin. Malbat bi van sînoran qayîl nabin. Qîma xwe bi vê rewşê naynin. Sedema mezintir a ku derdikeve ev e.”
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî got: “Bi piranî ev erdê wan xwedî hîsedar in. Di nava wan hîsedaran de jî nakokî çêdikin. Hinek ji wan dozan li dadgehan 70-80 sal li ser biryarê nade. Problema herî mez ev e.”
Civaknas Şêxmûs Sefer jî diyar kir ku roja Komara Tirkiyê ava bûye heta îro ev pirsgirêk heye û wiha pê de çû: “Ev pirsgirêk dike kum ilet êdî bi xwe li çareseriya xwe binêre. Wê çaxê jî xelk qîma xwe bi vê nayne û dibêje ev erdê min e. Wê deme jî milet bi xwe li çareseriyê diğere û dibêje ev erdê min e û kes nikare bajo. Îcar mixabin dema li çareseriyê dinêre bira bira, pismam û pismam hev dikujin. Berê şerê li ser zeviyan bêtir meseleyên eşîran bû. Lê êdî ev meseleyên eşîrtiyê ji nava milet derket û niha şerê malbatan çêdibe.”
Di 3 mehên dawiyê de li Amed, Mêrdîn, Riha, Agirî û Sêrtê ji ber şerê zevî û erdan 23 kes hatine kuştin û herî kêm 50 kes jî hatin birîndarkirin. Tenê li bajarê Rihayê di nava salekî de herî kêm 13 kes hatine kuştin û 90 kes jî birîndar bûn. Li gorî pisporan ji bo pêşîlêgirtina şerên ser erdan, hem çareyeke hiqûqî û hem jî tedbîrên civakî pêwist in.
Orhan Ayaz herwiha got: “Çare yek; di aliye hiqûqê de lazim e demildest ev nakokiyên hiqûqî biqedin û çareser bibin. A duyemîn jî dema ku erd kirin yek, divê ev yek bê destûra gundiyan bê destûra malbatan çênebe. Dewlet dibêje dixwazî qebûl bike û naxwazî qebûl neke. Biryarek li ser dide. Vaye me dît milet, gel vê biryarê qebûl nake.”
Şêxo Filîk destnîşan ki ku hiqûqa modern dema têr neke serî li qanûna gelêrî didin û got: “Lê tiştê ku em dibinin ev qanûna modern têrê nake. Probleman çareser nake. Di bin saziyên fermî de, di bin banê odeya bazirganiyê de yan di bin banê Komeleya Mafên Mirovan de yan jî di Meclisa Şaredariyan de divê Lijneyeke Rûsipiyan bê avakirin. Ev yek hewcedarî ye. Ev yek dikare rê li ber rûdanên wisa bigre û çareyek peyda bike.”
Şêxmûs Sefer got jî: “Yanî ew erd 50 donim be, 100 donum be, dibe problemeke mezin. Di demen dawiyê de bi avakirina bendavan, erd û zeviyên gundiyan bi qîmet bûn. Buhayê wê gelek zêde bû. Ev yek jî dike ku cazîbeyeke wan erdan çêbibe û li ser vê yeke bira bira bikuje, pismam pismanan bikuje. Ev jî ne yek û ne du û ne jî sê ne. Ji ber wê kes nema guh dide rûsipiyan jî. Ji bo çareseriyeke mayînde divê dewlet, destihilatdar bi awayeke çareyek ji vê re bibîne û li ortê nehêle. Dewlet û desthilatdarî bi taybet ji bo miletên bindest van probleman çareser nakin da ku însan karibin bêtir bi van tiştan re mijûl bibin.”
Gelek malbatên ku şerê hev dikin di bin navê “heyfhilanîn û tolhildanê de” yan şîneke nîvco datînin an jî qet şînê nadeynin. Ji bo lihevanîna wan malbatan şande li ser şandeyê serdana wan malbatan dikin. Nexasim jî dayikên aştiyê… Ew bi şar û laçikên xwe yên spî, hewl didin vê çarenûsa tarî ronî bikin.
Derbarê mijarê de Dayika Aştiyê Hewa Kiran jî got: “Em îro xwîn û goştek in. Em xelkê welatekî ne, em xelkê ax û avekê ne. Yanî dema bûyerên wiha çêdibe, hemû Kurdistan pê re xemgîn dibe. Tu nikarî di derbekî de 9 pezên qurbanê şerjê bikî lê 9 însanên vî welatî îro ji bo guhek erd hev dikujin. Şerê birakujiyê çêdibe. Ev ji bo me eybeke mezin e. Em weke dayikan bang li herkesi dikin; ev şerê wisa bila di nava me de çênebe. Bila ev xwîn bê sekinandin. Bila ev şer bê sekinandin.”
Li piraniya gund û navçeyên bajarên Kurdan civak fêrî pergala gilîkirin, dadgeh û saziyên darazê nebûye. Lê ji ber bişaftin û lawazbûna pergala eşîrtî û kurdewariyê ji pergala xwe ya gelêrî jî bûne. Ji ber ku di navbera pergala hemdem û pergala gelêrî de mane, gelek caran tundî weke riyeke din derdikeve holê. Ku ev jî ji xeynî mirin, êş û rondikên çavan ne tu rê ye.