Li Amedê zarokekî 7 salî bû sedema mirina xwîşka xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê zarokekî 7 salî li otomobîla ku dişixulî siwar bû û li xwîşka xwe ya 5 salî xist û keçik mir.

Li navçeya Baglarê duh li baxçeyê sîteyekê zarokê 7 salî O.H.B., li otomobîla bavê xwe ya dişixulî siwar bû û ajot.

O.H.B., di nav baxçeyê sîteyê de zivirî û li xwîşka xwe S.Bya 5 salî ya li ber dîwar sekinîbû xist.

S.Bya 5 salî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û ligel hemû hewldanan ew bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da.

Dîmenê qezayê bi kamera ewlehiyê ya sîteyê hat tomarkirin.

Der heqê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.