Li Dîlokê bûyera trafîkê: 6 kesan canê xwe ji dest dan

24-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Di demjimêrên dereng ên şeva borî de li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê kamyonetek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di bûyera çûnûhatinê ya Dîlokê de 6 kesên bi navên Taha Kaçar, Mesut Taşdemîr û 4 kesên ji heman malbatê  Cahît, Hatîce, Kardelen û Kadîr Sat canê xwe ji dest dan û welatiya bi navê Ebru Sat jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û welatiya birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li gor zanyariyan metirsî li ser jiyana wê heye û di çavdêriya hûr de ye. Hat ragihandin ku rêya ji ber bûyera trafîkê hatibû girtin, piştî sê demjimêran hatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst