Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sînorê birçîbûn û hejariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkaya Kar a Birleşik Kamu-İş encamên lêkolîna xwe ya Hezîranê îsal ya derbarê sînorê hejarî û birçûbûnê û pêdiviyên sereke yên malbateke 4 kesî yên bo xorakê belav kirin.

Konfederasyona Sendîkaya Kar a Birleşik Kamu-İş a Tirkiye  ragihandiye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Hezîrana îsal de sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî 6 hezar û 779 lîre (derdora 391 dolar) û sînorê hejariyê jî 20 hezar û 140 lîreyên Tirkî (derdora hezar û 164 dolar) e. Li gor lêkolînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê hejarî û birçîbûnê di nava salekê de zêdeyî ji sedî 100 zêdebûye.

Sînorê birçîbûnê

Li gor wê lêkolînê di Hezîrana îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî li gor meha derbasbûyî 314 lîre zêde bûye û gihiştiye 6 hezar û 779  lîreyên Tirkî (derdora 391 dolar). Wate ev malbat tenê ji bo ku birçî nemîne divê mehane 6 hezar û 779 lîreyan bo xorakê xerc bikin, di demekê de ku niha dahata piraniya malbatan mûçeyê kêmane ye û ew jî  4 hezar 253 lîreyên Tirkî ye. 

Sînorê hejariyê

Li gor lêkolînê Sînorê hejariyê jî berhevdan bi meha derbasbûyî 736 lîre zêde bûye û gihiştiye 20 hezar û 140 lîreyên Tirkî. Wate malbatek ji bo ku hejar neyê hesabkirin divê mehane ev dahat bikeve mala wan ku bikarin li gor standartên Tirkiye  bêyî kêmasî bijîn.

Hezîrana 2021ê sînorê birçîbûnê 2865 lîre bû lê heman meha îsal  gihiştiye 6 hezar û 779 lîre, wate di nava salekê 3 hezar û 914 lîre zêde bûye. Herwiha sînorê hejariyê jî 9 hezar û 332 lîre bû lê ew sînor jî Hezîrana îsal gihiştiye 20 hezar û 140 lîre û bi vê yekê di  salekê de sînorê hejariyê jî 10 hezar û 808 lîre zêde bûye.