Li Tirbespiyê di pevçûna 2 malbatan de 5 kes hatin kuştin

24-06-2022
RÛDAW
Nîşan Tirbespiyê Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarê Tirbespiyê ya Hesekê di navbera du malbatên ku pismamê hev in şer û pevçûn derket û di encam 5 kes hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên taybet bo Rûdawê, li gundê Xizêl ê ser bi Tirbespiyê ve, du malabatên ku pismamê hev in li ser prêzê şer kirin. Her du malbat ji êla Cewla ya Tey in.

Li gorî heman çavkaniyê kesên ku hatine kuştin bi vê navî ne: Nafî Hisên û 3 zarokên Erak Hisên. Herwiha ji malbata din jî tenê kesek hatiye kuştin ku navê wî jî Emar Elo Hisên e.

Li aliyê din 3 kesên ku birîndar bûn li nexweşxaneya Selam ya Qamişlo tên dermankirin. Yek ji wan birîndaran, Erak Hisên ê ku 3 kurên xwe jidest daye ew bi xwe jî di rewşeke metirsdar de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst