Li Girê Spî çekdarên ser bi Tirkiye welatiyek revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Elî Baciliye çekdarên serr bi Tirkiye girtin ser mala welatî Hesan Ehmed Necim el-Şewaz serr bi eşîra el-Bû Cabir û ew revandin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li bajarokê Elî Baciliye çekdarên serr bi Tirkiye girtin ser mala welatî Hesan Ehmed Necim el-Şewaz serr bi eşîra el-Bû Cabir û ew revandin.

Li gor heman çavkaniyan, ev 3ê salan Hesan li Tirkiye kar dike, û piştî vegeriya mala xwe hat revandin.

Heman çavkaniyan tekez kirin, ku revandina welatiyan ji aliyê grûpên ser bi Tirkiye li navçeyê zêde bûye, ev jî bo standina fidyeyê ji kesûkarên wan, daku piştre wan azad bikin.

Girê Spî tevî Serê Kaniyê û bi dehan gundên derdora wan di êrişa Cotmeha sala 2019n de ketiye destê Tirkiyê û komên çekdar.