Bi mûşek êrîşî qada gazê ya Başûrê Kurdistanê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Înê 24ê Hezîrana 2022an bi mûşek êrîşî qada gazê ya Xor Morê ya ser bi nahyeya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmanî hat kirin.

Hat diyarkirin ku êrîşa mûşekî di saet 14:00an de hatiye kirin. Rêveberê nahyeya Qadir Kerem Sadiq Mihemed ji Rûdawê re got, “Mûşek ji heman cihê berê hatiye avêtin.”

Li gorî çavkaniyekî ji qada gazê ya Xor Morê ku kompanyaya Dana Gasê bi rê ve dibe bi mûşek êrîşî wê qada gazê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hat kirin. Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir ku di encama êrîşê de agir bi derdorê ketiye û tîmên agirkuj yên kampê hatine cihê bûyerê û hewla vemirandina agir didin.

Li gor zanyariyên destpêkê êrîş bi mûşekekê hatiye kirin lê derbarê hûrgiliyên zirarên êrîşê yên muhtemel de zanyarî nehatin dayîn.

Her wiha li gorî zanyariyan êrîş bi katyûşa hatiye kirin û “ji cara berê bi dengtir û mezintir bûye”. Cihê ku mûşek lê ketiye xwarê çol bûye lê nêzîkî kampa niştecîbûna karkeran bûye.

Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Ehmed Muftî ji Rûdawê re ragihand, di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne, wan bi hêzên asayîşê re jûra operasyonê ava kirine û ji bo ku bûyerê ji nêz ve bibînin ber bi qada gazê Xor Morê diçin, pişt re dê agahiyên berfirehtir belav bikin.

Çavkaniyekî ewlehiyê yê li cihê bûyerê ji Rûdawê re ragihand, “Em ji ber sedemên ewlehiyê nikarin cihê avêtina mûşekê eşkere bikin lê em dibêjin ne nêzîkî qadê bûye.”

Qada gazê ya Xor Morê dikeve ser bi nahyeya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmanî ya Herêma Kurdistanê.

Roja Çarşemê 22ê Hezîrana 2022an di saet 16:45an de jî bi mûşek êrîşî qada gazê ya Xor Morê hatibû kirin û ti ziyanên canî û madî çênebibûn.

Xor Mor gundekî ser bi nahyeya Qadir Kerem ê ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybet neft û gazê de dewlemend e.

Projeya gaza Kurdistanê di sala 2007an de hat damezrandin, dema ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê girêbestek bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kirin ji bo bidestxistina mafên lêkolîn, pêşxistin, berhemanîn, bazarkirin û firotina berhemên neftê li her santralên Xor Mor û Çemçemal ên Herêma Kurdistanê.

15 meh di ser projeyê re, di Cotmeha 2008an de, hilberîna gazê li Xor Morê dest pê kir.