Dadgeha Bilind cezaya Bekir Kaya erê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Cezayên girtîgehê yên 13 siyasetmedarên Kurd ku Şaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya jî di nav de ye ya sala 2012an di “Doza Sereke ya KCKê ya Wanê” de hatibûn dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hatin erêkirin.

Hat diyarkirin ku 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo Bekir Kaya, Cuneyt Caniş, Velî Avcî, Nezahat Erguneş, Halis Çakir û Metîn Adugit 8 sal û 9 meh, ji bo Mehmet Şîrîn Yildiz, Murat Durmaz, Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan, Mîhrîban Şah û Derviş Polat 7 sal û 6 meh û ji bo Hecer Sarihan jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dabû.

Her wiha Dadgehê biryara girtina 11 kesên ku dihatin darizandin jî dabû.

Di Berfanbara 2021an de 8 sal û 3 meh cezaya girtîgehê ya Bekir Kaya bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ye" ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Kaya ji 6 salan zêdetir e di girtîgehê de ye.