Têkildarî bûyera windabûna hevjînên Kildan delîlên nû eşkere bûn

24-06-2021
RÛDAW
Nîşan Hurmuz Dîrîl Şîmonî Dîrîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexa Bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyera revandina Hurmuz û Şimoni Diril de delîlên nû eşkere bûn. Serokê Baroya Şirnexê jî dibêje, ew çaverê ne doz bê vekirin.

Li navçeya Elkê (Bêşebab) ya Şirnexê di çarçoveya lêpirsîna revandina Hurmuz û Şimoni Diril de 3 kes hatibûn desteserkirin û ji wan kesan Apro Diril bi biryara dadgehê hat girtin.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz derbarê bûyerê de ji Rûdawê axivî û got, piştî  ku 533 roj di ser bûyerê re derbas bûne delîlên nû li doznameyê hatine zêdekirin û di vê çarçoveyê de Apro Diril hatiye girtin.

Rojhat Dilsiz dibêje, ji ber biryara nehênî ya doznamê navê wan nehatiye zanîn lê eşkere bûye ku qeyda navbera 2 kesan a hevdîtina telefonê wek delîl hatiye qebûlkirin.

Dilsiz diyar kir ku ew naveroka hevdîtina telefonê ji ber nehênîbûna dosyeyê nizanin û got, “Ji xwe berî niha jî lêpirsîn berdewam dikir û 3 kes jî hatibûn desteserkirin. Niha jî qeydên telefonê derketin. Ji ber nehênîbûna dosyeyê em hûrgiliyan nizanin lê em dikarin bêjin em gihane delîlên nû.”

Serokê Baroya Şirnexê tekez dike, “Peywendiya telefonî ya Apro Diril ku bi 2 kesan re axivî ye eşkere bûye. Bi egereke mezin dê di demeke nêzîk de dozek bê vekirin û biryara nehênîbûna dosyeyê rabe. Wê demê em dê berfirehtir bigihin zanyariyan.”

Hemwelatiyên Kildan ên bi navên Hurmuz û Şîmonî Dîrîl roja 11ê Çileya 2020, li gundê Mehrê yê ser bi Elkê ve li Şirnexa Bakurê Kurdistanê, winda bûbûn.

Termê Şîmonî Dîrîl a 65 salî, roja 20ê Adarê, li ber çemekî nêzikî gund hatibû dîtin û li bajarê Stenbolê jî hatibû veşartin. Lêbelê heta niha termê Hurmuz Dîrîl ê temen 71 salî nehatiye dîtin.

Gundê Mehrê sala 1989an piştî ku hat valakirin, malbata Dîrîl a Kildan koçî Stenbolê bûn. Sala 1992an ew malbat vegeriya, lê piştî 2 salan, 1994an careke din Mehrê hat valakirin. Ew malbata Kildan herî dawî 2014an vegeriya gundê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst