Koçberekî Kurd li Yunanê canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) – Koçberekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku rojên destpêka meha Hezîranê di bûyereke trafîkê de bi dijwarî birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyan, navê wî koçberî “Ramîn Şerîfî” û xelkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku beriya 19 rojan di bûyereke trafîkê de li bajarê Kavalarî yê Yunanê tevî 3 kesên din bi dijwarî birîndar bûbû.
Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ragihandiye, ew koçberê Kurd “roja Çarşemê 23ê Hezîranê li nexweşxaneyeke welatê Yunanê ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest daye.”
Roja 5ê Hezîrana îsal di bûyereke trafîkê de li bajarê Kavalarî ya Yunanê, otomobîleke koçberan ku ji destê polîsê wî welatî direviya, wergeriyabû û di bûyerê de 4 koçberan di cih de canê xwe ji dest dabûn, ku du ji wan Kurd bi nasnameya “Muhsin Ehmedî” û “Rizgar Qadirî”, xelkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Du koçberên Kurd li Yunanê canê xwe ji dest dan
Di heman bûyerê de 4 kes jî bi dijwarî birîndar bûbûn ku Ramîn Şerîfî û Luqman Ehmedî Kurd û ji bajarê Merîwanê bûn. Luqman Ehmedî birayê Muhsin Ehmedî ye ku di dema bûyerê de canê xwe ji dest dabû.
Roja 4ê Hezîranê jî minîbusek ku koçberên ji Herêma Kurdistanê têde bûn, li Yunanê rastî bûyera trafîkê hatibû û di wê bûyerê de jî 2 kesan canê xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.
Piştîvan Caf, rojnamevanekî Kurd li Yunanê ji Rûdawê re ragihandibû, ku otobusekê koçber ber bi sînor ve vediguhastin ku di rê de wergeriyaye, kesên ku di bûyerê de birîndar bûne yan canê xwe ji dest dane, “hemû xelkê Herêma Kurdistanê ne.”
Roja 25ê Gulanê jî li ser sînorê Tirkiye û Yunanê di bûyereke trafîkê de koçberekî Kurd ê ji Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dabû. Navê wî kesî Hejîn Salih û ji qezaya Seyid Sadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bû.