PDKÎ: Îranê Hîdayet Ebdullapûr gulebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha rêxistinî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, endamê wan Hîdayet Ebdullapûr ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye gulebarankirin.

Hîdayet Ebdullapûr, bi tohmeta ‘hevkariya li gel Pêşmergeyên PDKÎyê' 3ê Tebaxa 2015an ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû desteserkirin û cezayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Roja 10ê Hezîrana 2020 jî rêxistinên mafên mirov belav kirin ku Hîdayet Ebdullapûr ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin. Lêbelê PDKÎyê îro aşkere kir ku Ebdullapûr li hatiye gulebarankirin.

Her wê demê Rêxistina Lêborîna Navdewletî daxwaz li berpirsên Îranê kir ku bi lez cihê hilgirtin an jî binaxkirina cenazeyê Hîdayet Ebdullapûr aşkere bikin.

Lêbelê paşê parêzerê Ebdullapûr gotibû, nûçeya cîbicîkirina hukmê wî bi me nehatiye ragihandin û heta bi fermî ji wan re neyê ragihandin ew nikarin nûçeyê piştrast bikin.

Dezgeha rêxistinî ya PDKÎ, îro Çarşemê di daxuyaniyekê de ku li malpera fermî yaw ê hizbê hatiye belavkirin, diyar dike, piştî pêdeçûneke hûr derketiye holê ku Hîdayet Ebdullapûr roja 11ê Gulana 2020an hatiye gulebarankirin û Rêveberiya Tomarî ya Nifûsê ya Komara Îslamî  belgeya koça dawî bo der kiriye.

Li gor zanyariyên PDKÎyê, Hîdayet Ebdullapûr li binkeya serbazî ya Supaya Pasdaran li bajarê Şino hatiye gulebarankirin.

PDKÎyê ragihandiye, Hîdayet Ebdullapûr ji bo ku bi zorê dapêdanan jê werbigirin, hatiye îşkencekirin û paşê jî li jêr guşara îtlaata Supaya Pasdaran ên Urmiyê, hukmê darvekirinê bi ser de hat sepandin.

Hîdayet Ebdullapûr, sala 1990an ji dayîk bûbû û xelkê bajarê Şino bû li Rojhilatê Kurdistanê. Piştî şerekî di navbera Pêşmergên PDKÎyê û Supaya Pasdaran de li gundê Qereseqel li nêzikî bajarê Şino hat desteserkirin.

Ebdullapûr, paşê bo zindana Urmiyê hat veguhastin. Meha Adara 2017an Liqa 1 a Dadgeha Înqilab a Urmiyê, bi tohmeta ‘endamtiya hizbeke Kurdî ya dijbera Komara Îslamî’ hukmê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Herwiha paşê liqa 47 a Dîwana Bilind a Welat ew hikum red kir û ji ber hindê careke din bo liqa 2 ya Dadgeha Înqilab a Urmiyê hat şandin, lê wê dadgehê dîsa hukmê darvekirinê bi ser Ebdullapûr de sepand.

Gulebarankirina wî endamê PDKÎyê di demekê de ye ku li Îranê tenê piledarên Supayê (artêş) tên gulebarankirin, ew jî li gor madeya 296 a yasaya Ceza ya Supayê. Ev yasa jî bi ser wan piledarên artêşê de tê sepandin ku tawanek kiribin.